Kûy a Spî

13 Ocak 2013

Fehmiyê Bîlal "Bu yazi alintidir"

Fehmiyê Bîlal "Bu yazi alintidir"

Fehmiyê Bîlal

Femiyê Bîlal di sala 1887 an de li navçeya Licê ji dayîk bûye. Ew di şerê Şêx eîd de bi navê Fehmiyê Licî tê nas kirin. Lê Liciyan ji re Xalê Fehmî digot. Fehmiyê Bîlal li gor dema xwe mirovekî xwenda û zana bû, bi kurdî, tirkî û fransî dizanibû. Mirovekî rewşenbîr û materyalîst bû. Fehmiyê Bîlal di dema xortaniya xwe de ketiye nav têkoşîna netewî û bi awayekî aktîv xebitiye. Ew bûye endamê Hêvî, Kurdistan Tealî Cemiyetî û Cemiyeta Serxwebûna Kurdistanê.

Di sala 1922an de Fehmiyê Bîlal û çend hevalên xwe yên din Komele Azadiya Kurdistanê Şaxê Amedê damezrandine.

Di şerê 1925 an de Fehmiyê Bîlal ketiye Komîteya Gişti ya Birêvebiriya Şer û ew bûye Sekreterê Giştî. Loma jê re dibêjin Katibê Şêx Seîd.

Di dema sergirtin û dor lê pêçana Amedê de Emê Faro û gelek serok eşîrên din guhdariya biryar, alîmat û dîtinên Fehmiyê Bîlal nakin.

Dibêjin ku :
”Fehmiyê Licê ne xwedî eşîr e û ne jî xwedî mirûd e. Kesekî wî tune. Mirovekî xwenda û rafizî ye. Nimêjê jî nake. Em çima guhdariya wî bikin.”

Radibin giliya wê bi Şêx Seîd re dikin.

Şêx Seîd dixwaze wan îqna bike û dibêje :

”Lê Fehmiyê Licî kurd e!”

Dîsa tê gotin ku heger komutan û serok eşîran bi gotin û taktîkên Fehmiyê Bîlal bikira, ne davêtin ser bajarê Amedê. Bi tenê der û dor li Amedê bigirtan. Giraniya xwe bidana ser riyên ku ji Mêrdîn, Riha û Elezîzê tên Amedê. Rê li pêş eskerê Komarê bigirtan. Bi dîsîplîn û taktîkên gerîlayî bi kar baniyan.

Piştî têkçûna şerê Şêx Seîd, Fehmiyê Bîlal bi çend hevalên xwe ve derbasî Îraqê bûne. Wê demê Îraq di bin bandora Îngîlîzan de bû. Heta efûya giştî ew û lawê Şêx Seîd Elî Riza û çend hevalên xwe yên din li Îraqê mane. Elî Rîza û hevalên xwe ji bo avakirina rêxistineke Kurd Fehmiyê Bîlal ji Îraqê şandine Suriye û Lubnanê ku wê demê ew jî di bin bandora Fransê de bûn. Gelek sîyatmedar û ronakbîrên Kurd ên wek wan ji Bakur revîbûn û li wir dijiyan. Fehmiyê Bîlal li wir ji mala Bedirxaniyan bi Celadet û Kamran û ji mala Cemîl Paşa jî, bi Qedrî Cemîl Paşa û Ekrem Cemîl Paşa û bi gelek kesên din re têkilî datîne û civîn çêdikin. Fehmiyê Bîlal jî di nav de,15 kes di sala 1927an de bi navê Xoybûn Partiyeke dadimezrînin. Dema serhildana Agiriyê ye û Xoybûn biryar digire ku piştgiriya serhildana Agiriyê bike.

Tirk ji bo yekîtiya Kurdan xerab bikin di sala 1928 an de efûyeke giştî derdixin.

Fehmiyê Bîlal û Şêx Elî Riza dibin aliyek mala Cemîl Paşa û Bedirxanî jî dibin aliyeke û Xoybûn dibe du beş.

Cigerxwîn jî di vê mijarê de dide dîyar kirin ku rast e Fehmiyê Bîlal ji bo damezrandina Xoybûnê ji Îraqê derbasî Suriyê bûye lê ew û Mala Şêx Seîd beşdarî damezrandina Xoybûnê nebûne. Wan û mala Bedirxanan li hev nekirine.

Belê, Seydayê Cigerxwîn di derheqê damezrandina Xoybûn û dîtinên Fehmiyê Bîlal de weha dinivîse:

”… Her wek ku hin mirovên weke zariwên Şêx Seîd û Fehmî Efendiyê Licî jî, li Îraqê bûn ku serê pêşî xwestin bi hev re vê civatê (qest Xoybûn e) çêkin. Lê dawî li ser meznahiya civatê li hev nekirin û di dawî de tirkan têborînek (efûyek) derxist û Elê Riza û hevalbendên xwe çûne nav Kurdistana bindestê tirkan. Civat ji hevalbendên Mala Bedirxan re ma. Ji axayê mezin Haco Axa, Emînê Ehmed, Yado Axa, Sadîn Axa di Xoybûnê de mabûn. Her yek qamçiyekî zîvî bi diyarî dabûn wan. Lê Taşnaqan ji alîyekî ve alîkariya kurdan dikir û ji alîyekî ve doza sê parên Kurdistanê dikirin.

Di xerîta welatê xwe de danîbûn û ji ermenan re digotin :

”Erê em peran ji we distînin didin kurdan lê em kûçik bi kûçik didin kuştin.”

Û Cigerxwîn di heman nivîsara xwe de çûndina bira, zarokên Mala Şêx Seîd û Fehmiyê Bîlal a Tirkiyê di cîh de nabîne û weha rexne dike:
”Bi rastî Çûna hevalbendên Mala Şêx Seîd û zariwên wî ji kurdan re kêmasiyeke mezin nîşan dan. Bi her kesî dan zanîn ku kurd rast e, negihaye serxwebûnê; rast e gunehkar û binbar e.

Herçiqas me ji wan re got lê nexistin serê xwe û bê perwa xwe avêtin bextê dijmin. Dev ji doz û daxwazên xwe berdan.

Herwekî ku Fehmî Efendî ji min re got : Hêj tu zaro yî, bi pîşik vîlikên Mala Bedirxan Paşa nizanî, bi van re bi carek derbas nabî….” (1)

Fehmiyê Bîlal, Elî Riza û hevalên xwe dev ji Xoybûnê berdidin. Xoybûn di destê Mala Bedirxan, Cemîl Paşa û Haco de dimîne. Fehmiyê Bîlal, Şêx Elî Rîza û hevalên xwe di payîza 1928an de ji Îraqê vedigerin Tirkiyê. Dewlet wî digire û dişêne nav Tirkan sirgûnê. Fehmiyê Bîlal sirgûnê bajarê Ispartayê dikin. Piştî sirgûnê ew vedigere Kurdistanê. Demeke li Darahênê, Xinûs û li Licê erzûhalvaniyê dike. Piştre kal dibe û rewşa wî ne baş dibe li Amedê li cem hin hevalê xwe dimîne.

Kaynak: Bydigi Forum http://www.bydigi.net/candi-gisti/117037-fehmi...
Fehmiyê Bîlal ji derî sîyasetê, bi karê edebî ve jî mijûl bûye. Tê gotin ku wî 12 çîrokên ku di nav xelkê de bi navê Mamê Hîto tên nasîn, berhev kiriye û nivîsandiye. Ji wan Yek Giliya Daran e. Çîrokên La Fonten wergerandiye kurdî. Mixabin hemû berhemên wî an ketine destê polîs û hatine îmha kirin an jî wenda bûne. Ji helbesta Giliya Daran besek di dest û bçra hevalên Fehmiyê Bîlal de mabû. Ez li jêr vê besê ji we xwendevanênan re pêskês dikim. (2)

Fehmiyê Licî di sala 1967 an de, li Amedê diçe ser dilovaniya xwe û wî dibin Licê li cem ziyareta Şêx Îsmaîl binax dikin.

Gilîya Daran

Sevek ji sevan rojek ji rojan
Roj li ser çiyayê Cebexçû re çû ava
Karwanên êzingvanan hatin
Kaynak: Bydigi Forum http://www.bydigi.net/showthread.php?p=970459
Di bin darekî mazî ya kevnar
Werîsê xwe danî erdê
Û bivir danî ser kevirekî
Li benda ronahiya sibê sekinîn
Ew dara mazî gazî dor î berê xwe kir
Gote wan “Ev weha nabe
Bivir dîsa waye hatiye
Wê pistî qasekî wek hergavî
Dê serê me bibre
Divê em ji xwe re serokek bibjêrin
Da ku bi bivir re bijûl bibe
Jê hêvî û rica bike, belkî li me rehmê bike
Wan wê dara mezin a kevnar
ji bo xwe kirin wekîl
Wê darê gazî kir û got:
Begê min ma qey ne bes e?
Eva bi salan e, hûn serê me dibrin
Kokên me ji erdê radikin
Bi tevlî ku em bi darên mazî
Ji darê din gelekî feydetir in
Her çi darên din salê berekî wan hene
Lêbelê yê me salê sê-çar berên me hene
Mazî, gangol, gijik, sepik, antûve, berzî
Pelên me dibin alifê pez
fiaxên me dibin sewata tenûran
Êzingên me dibin sewata zivistan,
Darên me dibin mirdiyaqên xaniyan
Rayên me avê ji bin erdê diksînin
Dibe jiyan ji bo zeviyan
Bivir got: Heso tu bi du aliyan ve sas î
Carekê tu hêviya însaf û merhemetê ji min dikî
Mixabin ew di cewherên min de tunin
Ya diduyan ez hêza xe ji te digrim
Serê te bi destê te dibrim
Ger nedî min destîbivir ha ez û ha kevir

Ev mesela kurdan e
Derdê serê derdan e
Hinek heramzade ne
Hinek nankor ewlad hene
Heta kurd destgir û pistgirên neyar bin
Hetim dê di bin îr de bêçare û belengaz bin.

“Eger zenginler zekatlarinin zekatini, bu milletin zeki insanlari da zehametinin (bilgisinin) zekatini bu milletin yukselme yoluna verilseydi bu millet kurtulurdu.”

1 Cigerxwîn, Jînenîgariya Min, rûpel 176, Weşanên Apec, Stockholm-1995

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder